Hesen Ruhanî serokkomarê Îranê li sefera xwe ya îro şemiyê bo parêzgaha Kurdistanê, tevî vekirina xeta çêkirina karistana Lastîkçêkirina Barizê li bajarê Dêhgulanê û seredana vê karistanê, raporek ji wezîrê pêşe , meden û tecaretê û karbidestên vê parêzgahê li ser pirosa çêkirina vê karistanê wergirt.
Karistana lastîkçêkirina Barizê bi sermayeguzariyeke 600 milyard riyalî hatiye çêkirin û ji ber vê karistanê ji bo 960 kesan bi awayê rasterast û 10 hezar kes jî bi awayê nerasterast kar û şuxol pêk hatiye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)