NûçeRojhilatanavinSûriye

Bi roketan li nav bajêr dan: 16 kuştî

Li bajarokê El-Zehra a girêdayî Helebê êrişek bi roketan pêk hat û di encamê de 16 kes hatin kuştin.

Li gor ajansa fermî ya nûçeyan a Hikûmeta Sûriyê SANA, îro duşemî 25ê Nîsanê çekdarên Eniya El-Nusra û çend komên din ên çekdar bi roketan êrişî bajarokê El-Zehra kirin.

Di encama ketina çend roketan li nav bajar de, 16 kes hatin kuştin û 86 kes jî birîndar bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu