NûçeRojhilatanavinSûriye

Bi sedan awareyên sûrî vegeriyan welatê xwe

Bi sedan awareyên sûrî ku ji ber êrişa terorîstan û bê ewlehiyê eva heşt sal in terka mal û milkên xwe li gundekî parêzgeha Humsê ya navenda Sûriyê dane dîsa vegeriyan gundê xwe.

Bi sedan awareyên sûrî yên gundê El-Buweyze el-Şerqiye ya devera El-Qesîr li parêzgeha Humsê ya navenda Sûriyê ku ji ber êrişa terorîstan û bê ewlehiyê ji sala 2011 neçar man terka gundê xwe bidin, piştî  heşt sal in ku terorîst têkçûne û ewlehî vegeriyaye navçê, wan jî biryar dan ku dîsa vegerin gundê xwe.

Devera El-Qesîr nêzîkî sînorê Libnanê ye di navbera artêşa Sûriyê û terorîstên ku ji Libnanê derbasî vê deverê bûbûn  şerê giran qewmîn û aqubet artêşa Sûriyê ev devera azad kir.

Li gor nûçeya vê jêderê awareyên sûrî yên vê gundê ku çûbûn Urdinê piştî vegerîna ewlehiyê bo vê navçê ji derbasgeha Nesîb-Cabir derbasî axa Sûriyê bûn û ji aliyê rayedarên sûrî li parêzgeha Derayê ya Sûriyê bi germî hatin pêşewazîkirin.

Binerîn
Kapalı
Başa dön tuşu