ÎranNûçeRojhilatanavin

Cabêrî Ensarî: Siyaseta bikaranîna terorzîmê wek darê destan, şikest xwariye

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê got: Bikaranîna terorîzmê li alûgrên navçê netenê ti encameke xwe tine belkî encameke berovajî heye.

Li gorî rapora IRNA`yê, Huseyn Cabêrî- Ensarî li civîna rojnamevaniyê ya heftane tev nûçegihanan li bara gotinên nunerê Rûsiyê li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî derheq vê yekê ku teqînên li Iraqê ji aliyê Tirkiyê ve cih tên ,got: Kiryara hin welatan derheq behrewergirtina ji grûpên terorîst, ser qazanca ti yek ji welatên navçê nîne û dê dûhatên giran hebin.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê destnîşan kir: Têhranê tim ragihandiye ku çavrê ye welatên cînar û welatên navçê van meselan bi berûlayê startejîk daynin nav siyasetên xwe û nehêlin grûpên terorîst li şopandina armancên xwe serkevtî bin.

Başa dön tuşu