FilistînNûçeRojhilatanavin

Bi sedan bajaroknişînên Siyonîst êriş birine Mescid ul Eqsayê

Bi sedan bajaroknişînên Siyonîst, wek bêrêzîyê, bi piştgîriya leşkerên vê rejîmê, êrişî Mescid ul Eqsayê kirin.

Li gorî rapora malpera libnanî ya El Ehdê, 420 bajaroknişînên Siyonîst bi ketina nav hewşên Mizgvta El Eqsayê, dirûşmên dijî îslamî qêriyan.

Îsal kiryarên bêrêziyê yên bajaroknişînên Siyonîst dijî Mizgvta El Eqsayê, zêde bûne.

Ev warê pîroz bûye meydana cilîda leşker û bajaroknişînên Siyûnîst bona jinavbirina pênaseya îslamî û xaçparêzîyê ya Beyt ul Muqedesê û danîna sembolên Siyonîsmê dewsa wan.

Berî niha Saziya Çand, Zanistî û Perwerdê ya Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (UNESCO) di Cotmeha sala 2017`an de ragihand, Mescid ul Eqsa ya misilmanan e û qet ne ya cihûyan e.

Başa dön tuşu