IraqNûçeRojhilatanavin

Bi sedan çeteyên DAIŞ`î li opêrasiyona Felûcê helak bûn

Li gorî rapora kanala têlêvîziyoniya Sûmiriyê ya Iraqê, berdevkê hêzên seferberiya gelanî ya Iraqê nasyar bi Heşda Şeibî, Ehmed Esedî ragihand ku ji destpêka opêrasiyona azadkirina bajarê Felûcê, nêzikî 665 kes ji çeteyên komam têrorîst a DAIŞ`ê hatine kuştin û bi sedan kesên din birîndar bûne. Wî got: Derdora 2000 têrorîst li Felûcê mane.

Esedî bi bîr xist: Hêzên seferberiya gelanî nasyar bi Heşda Şeibî karîn ku gişt navçe û erdên nêzikî Felûcê azad bikin û kontrola wan bixin destê xwe.

Her viha beşin berfireh ji Seqlawiyê hatine azadkirin û tûnêl û veşartgehên DAIŞ`ê jî hatine peydakirin.

Di vî warî da nûnerê merceyê bilind ê dînî li Iraqê, Evdilmehdî Kerbelayî bi weşandina daxuyaniyekê sipasiya kiryarên şervanên Heşda Şeibiyê kir û got ku hêzên Heşda Şeibî pîvanên şerî berçav digirin û tu ziyanekê nagihînin welatiyên sivîl û malên gel.

Opêrasiyona azadkirina bajarê Felûcê li ser fermana serokwezîrê Iraqê, Heyder Ebadî, ji roja duşemiya heftiya buhurî va dest pê bûye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu