ErebîstanNûçeRojhilatanavinYemen

Bi sedan cihên hestyar ên Erebistan û Îmaratê li ber êrişa balefirên bê pîlot ên Yemenê

Rayedarekî wezareta berevaniyê ya Yemenê êrişa balefirên bê pîlot ên vî welatî ser teşkîlata şîrketa neteweyî ya nifta Erebistanê, Aramkoyê beşek ji plana êrişa ser 300 armancên bingehîn û eskerî li Erebistan û Îmaratê da zanîn.

 Li gorî rapora IRNA`yê, vî rayedarê  wezareta berevaniyê ya Yemenê yekşemiyê şevê li hevpeyvîna  bi ajansa fermî ya Yemenê ya Sebayê bal kişand ser vê yekê ku  her cure cinayeta ji aliyê dijmin dê rastî bersiva qahêm a yemeniyan were û destnîşan kir: Ev 300 armanc ji wan meqer û yekînên eskerî û bingehîn ên Îmarat û Erebistanê ne.

 Vê çavkaniya eskerî ya Yemenê her wiha  rawestandina  êrişên  detsdirêjkiran ser welatê xwe weke  destpêkek bona  gihêştina bi aşitî û aramiyê da zanîn.

 Artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê sêşemiya buhurî bi heft balefirên bê pîlot ên xwecihî, Teşkîlata  bingehîn a şîrketa neteweyîya nifta Erebistanê, Aramko li Riyaza paytext û Yenbo a rojava vî welatî dan ber êrişan.

 Artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê raghand ku ev operasyona eskerî wek berteka li hember dewama destdirêjiyên  hevalbendiya siûdî û dorpêçkirina  gelê Yemenê ji aliyê vê hevalbendiya destdirêjkir cih hatiye.

Başa dön tuşu