IraqNûçeRojhilatanavin

Bi sedan kuştî û birîndar li meha buhurî li Iraqê

Li meha buhurî, nêzîkî 350 kes li encama tund û tûjî û kiryarên terorîstî li Iraqê hatine kuştin an birîndar bûne.

 Li gorî rapora Xîn Hawayê, taxima  gîhandina  alîkariyê ya Rêxistina  NY li Iraqê roja çarşemiyê li daxûyaniyekê raghand ku li Cotmeha buhurî li encama tund û tûjî, kiryarên  terorîstî û pevçûnên  çekdariyê li Iraqê, 109 kesên sivîl hatin kuştin û nêzîkî 237 kes birîndar bûn.

Li vê daxûyaniyê hatiye ku ev hejmara kuştî û birîndaran hêzên ewlehiyê nagire ber xwe. Li nav parêzgehên Iraq, Bexdayê,  hejmara herî zêde a kuştiyan hebûye û piştî wê parêzgeha Enbarê li rojava Iraqê bûye.

Li gor nûçeyeke din ji Iraqê, Fermandê leşkirê 28an a artêşa Iraqê li bara kuştina herîkêm 17 kes ji terorîstên DAIŞê li encama operasyona azadkirina  navça El-Ubeydî ya rojhilata  bajarê El-Qaimê li parêzgeha Enbarê agahî da.

Sertîp Qetîbê El-Cibûrî got ku hêzên iraqî li vê operasyonê, çar trimbêlên  terorîstan wek xenîmet istandin.

Heyder Ebadî, serokwezîrê Iraqê û fermandê gişt hêzên Çekdar ên vî welatî, 26 Cotmeha 2017`an  destpêbûna operasyona azadkirina  bajarê El-QAimê û Raweyê wek dawîn navenda koma terorîstî ya DAIŞ li rojava Iraqê raghand.

Başa dön tuşu