NûçeRojhilatanavinSûriye

Bi sedan neyarên çekdar ku zêde ji sedî 90`ê deverên bin kontrola xwe li rojhilata Helebê ji dest dane, xwe teslîmî hêzên artêşa Sûrîyê kirin

Bi sedan neyarên çekdar ku zêde ji sedî 90`ê deverên bin kontrola xwe li rojhilata Helebê ji dest dane, xwe teslîmî hêzên artêşa Sûrîyê kirin. Herwiha zêde ji 13 hezar kesî mideha 24 sietên buhurî da ji herêmên rojhilatê Helebê ku di bin kontrola têrorîstan da bûn, hatin derxistin.

Li gor rapora ajansa El-Ehdê, li 24 saetên bihurî 728 terorîstên çekdar li Helebê xwe teslîmî hêzên sûrî kirin û 13 hezar û 246 kesên sivîl jî li van 24 saetan ji navçên bin destê neyarên çekdar ên dewleta Şamê xwe filitandin

Hatiye ragihandin ku ji nav van kesên ku karîne ji destê terorîstan birevin, 500 ji wan zarok bûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu