Bi sedan terorîst li encama operasyona Felûcê hatin kuştin

Fermandehiya operasyona Bexdayê li bara kuştina bi sedan terorîstên endamê DAIŞ`ê li operasyona azadkirina Felûcê li rojava Iraqê agahî da.
Li gorî rapora televîzyona erebistanî ya El-Hedes`ê, fremandariya operasyona Bexdayê roja şemiyê ragihand ku hêzên iraqî karîn li operasyona azadkirina bajarê Felûcê 40 navçe û beşeke vî bajarî ji destê DAIŞ`ê azad bikin ku li encama van pevçûnan 500 endamên DAIŞ`ê hatin kuştin.
Fermandariya operasyona Bexdayê ragihand ku hêzên polîs ên Enbarê yê berpirsiyariya pêkanîn ewlehiyê li bajarê Felûcê piştî azadkirina tam a vî bajarî ji destê DAIŞ`ê bigrin destê xwe.
Di eynî demê de, serleşkir Ebdulwehab El-Saidî fermandarê operasyona azadkirina bajarê Felûcê got ku terorîstên DAIŞ`ê beşek ji avahiya nexweşxana Felûcê şewitandin.
Muhemed El-Herat yek ji rayedarên eşîrên xwecî yên parzêgeha Enbarê jî tekez kir ku azadkirina bajarê Felûcê selimand ku iraqî dikarin bêyî mudaxila biyaniyan li hember terorîstan rawestin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)