IraqNûçeRojhilatanavinSûriye

Bi sedan urdinî li kêlega terorîstên DAIŞ`ê li nav axa Iraq û Sûriyê şer dikin

Karbidestekî derecebilind ê urdinî ragihand ku nîzikî 900 welatiyên vî welatî li kêlega terorîstên DAIŞ`ê li Iraq û Sûriyê şer dikin.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, ji zarê ajansa nûçan a El-Yewmul-Sabiyê , Karbidestekî derecebilind ê urdinî ku xwest navê wî eşkera nebe, destnîşan kir: “Nîzikî 900 welatiyên me li kêlega terorîstên DAIŞ`ê li Iraq û Sûriyê şer dikin ku para pirtir a wan li salên 2013 û 2014`an ji Urdin derketine û çûne nav rêza terorîstan“.

Pêştir navendeke ser bi kongereya Amerîkayê ragihandibû ku nîzikî 4000 urdinî bûne endamê grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê.

Urdin yek ji welatên piştevanê terorîstan li Rojhilata Navînê bûye û roleke sereke li hizûra Amerîka û welatên din ên rojavayî li navçê û alozkirina Sûriyê hebûye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu