ÎranNûçeRojhilatanavin

Muhsin Rizayî: Emê Tel Avîvê bi erdê re bikin yek

Fermandeyê berê yê sipaha pasdarên Îranê Muhsin Rizayî gef li Îsraîlê xwar û ragihand, dê Îsraîlê bi erdê re bikin yek!

Muhsin Rizayî, ku sekreterê encumena destnîşankirina berjewendiyên Îranê ye jî, di civîna komek pasdar de behsa gotara serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu di civîna Mûnîxê de kir û ragihand, Netanyahu parçeyek hesinê rizî nîşan daye û gotiye ku ev beşek ji firokeya bê pîlot ya Îranê ye ku artêşa Îsraîlê xistiye.

Rizayî her wiha ragihand, Netanyahu gotiye “bila Îran hêza Îsraîl neceribîne û bila me neçar nekin em êrişî Îranê bikin”, em jî ji wan re dibêjin ku eger ew li dijî Îranê hereketek biçûk bikin emê Tel Avîvê bi erdê re bikin yek û em firsenda revê jî nadin Netanyahu! (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu