Alîkarê Rêxistina Heşda Şebî ya Iraqê ragihand ku rewşa ewlehiyê li vî welatî xirab nîne lê hema wisa hin pirsgirêk ji wan bicihbûna 20 hezar endamên DAIŞ`ê yên çekdar li cihên curbicur ên Iraqê heye.
Li gorî rapora IRNA`yê, Ebûmehdî El-Muhendis roja şemiyê li axiftinekê ku kanala El-Xedîrê ya Iraqê hin beşên v wê weşandin, got ku ev welata hîn jî hevcedarê hewldana ji bo damezrandina aramî û ewlehiyê ye.
Wî sînorê navbera Iraq û Sûriyê û navça Hewîcê navendên bicihbûn û xebata DAIŞê da zanîn.
El-Muhendis got ku berê ku DAIŞ`ê li Bexdayê operasyon cih dianî nêzîkî 120 endamên DAIŞ`ê li paytexta Iraqê hebûn lê niha 200 endamên DAIŞ`ê li vê navçê ne.
Alîkarê Rêxistina Heşda Şebî ya Iraqê her wiha teqez kir ku nabe rewşa ewlehiyê ya vî welatî xirab nîşan bidin lê rewşa ewlehiyê jî ne baş e û divê ji bo damezandina aramî û ewlehiya zêdetir hewl bidin. berçavgirtina rewşa ewlehiyê bi taybet bi nêzîkbûna li roja hilbijartinên seranserî yên parlemanî li Iraqê pir zêde bûye bi taybet ku koma terorîstî – tekfîrî ya DAIŞ`ê piştî çend mehan bêdengiya medyayî, vê dawiyê li daxûyaniyekê gef xwar bi taybet navendên dengwergirtinê û dengderên iraqî dê bidin ber êrişan.