IraqNûçeRojhilatanavin

Bicihkirina cebilxaneyên artêşê û polîsê federala Iraqê li bajarê El-Rutebê

Çavkaniyên iraqî li bara bicihkirina kelûmelên eskerî yên artêşê û polîsê federala Iraqê li bajarê El-Rutebê agahî dan.

 Li gorî rapora Tesnîm Newsê û ji zarê El-Ehdê Îmad El-Delîmî fermandarê bajarê El-Rutebê li parêzgeha  Enbarê li bara bicihkirina  cebilxaneyên  artêşê û polîsê federal li bajarê El-Rutebê li rojava Remadiyê navenda  parêzgeha  Enbarê agahî da.

Wî got : Armanca şandina van çek û sîlehan bo bajarê Rutebê parastina vî bajarî li hember grûpa terorîstî ya DAIŞê ye.

Fermandarê bajarê Rutebê her wiha got  ku bicihkirina  van cebilxanan li bajarê El-Rutebê dê jibo xelkê Iraqê dilniyakir be.

Çavkaniyên eskerî yên Iraqê roja çarşemiyê 29 Ordîbiheşta buhurî li bara azadkirina  navça Rutebê li rojava  parêzgeha  Enbarê ji dagirkirina  grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê agahî dabûn.

Bajarê Ruebê navça  piştgiriya DAIŞê dihat hesabê û ev grûpa terorîstî vî bajarî jibo amadekirina  hêzan û pergalkirina wan  bo şandina nav  bereyên şêr bikar dianî. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu