ÎranNûçeRojhilatanavin

Bidawîhatina serdestîya DAIŞ`ê, derbeyek bû ku li Amerîkayê û rêjîmên ser bi wî ket

Rêberê giranqedir ê inqilaba islamî pêgirî kir: Bidawîhatina serdestîya şecereya xebîse ya DAIŞ`ê derbeyek bû ku li dewletên berê û niha yên Amerîkayê û rêjîmên ser bi wan ku ev koma li Rojhilata Navînê pêk anîn û her cure piştgirî danê ta ku serdestîya xwe ya nehs li rojavaya Asyayê berfire bikin û rêjîma zorbêj û talankir a sîyonîst li wê deverê serdest bikin ket.

Li gorî rapora malpera ragihandinê ya nivîsgeha rêberê qedirgiran ê inqilabê, hezretê ayetulah Xaminêyî di bersiva nameya serdar serleşker Qasim Silêmanî fermandeyê Hêza Quds a Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî de got: Ez sipasîya Xwedayê mezin dikim ku bereket da têkoşînên fidakarane yên wî û hejmara berfire ya hevkarên we di astên curbicur de û şecereya xebîsê ya ku serdestîxwaz û zorbêjên cîhanê ew çandibûn, bi destê we bendeyên salih li Sûrîye û Iraqê kokbirr kir.

Wî herwhiha got: Ev derbeya tenê li koma sitemkar û rûreş a DAIŞ`ê neket, belkî derbeyeke girantir bû ku li wê sîyaseta qirêj ket ku bi dû şerê navxweyî li navçê, jinavbirina berxwedana dijî sîyonîstan û lawazkirina dewletên serbixwe bi wesîleya serokên dilreq ên vê koma xalifî bû.

Rêberê giranqedir ê inqilaba islamî herwiha got: We bi têkbirina vê tovê kanserê ya bikuj ne tenê xizmeteke mezin bo welatên navçê û cîhana islamê belkî bo hemî gelan û civaka mirovantîyê kir.

Wî bi dil û can ev serketina pîroz kir û got ku ji fêlbazîya dijminan xafil nebin.

Hezretê ayetulah Xaminêyî herwiha got: Ewên ku bi sermayeguzarîya giran ev komploya şûm amade kiribûn, yê nerûnên û hewl bidin ewê li pişkeke din a vê navçê û bi şiklekî din careka din hilêxin.

Rêberê giranqedir ê inqilabê pêgirî kir ku parastina vîn, moral, hişyarbûn, tifaq û dûrxistina bermayîyên bitehluke, karê çandî û agahkir û amadebûnên giştalî nabe bên jibîrkirin.

Hezretê ayetulah Xaminêyî herwiha got: Ez we û hemî birayên têkoşer ên ji Iraq û Sûrîyê û welatên din dispêrim Xwedayê mezin û silavan li we dikim û ji bo we duayan dikim.

Serdar serleşker Qasim Silêmanî duh danê sibê li nameyekê ji bo rêberê giranqedir ê inqilabê, bidawîhatina serdestîya şecereya xebîse ya DAIŞ`ê ragihand û ev serketina mezin li hezretê ayetulah Xaminêyî û cîhana islamê pîroz kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu