NûçeCîhanEwropa

Biden biryara Dadgeha Bilind a dayîna parêzbendiyê ji bo Trump rexne kir

Serokomarê Amerîkayê bi tundî biryara Dadgeha Bilind a ji bo dayîna parêzbendiyê bo Donald Tramp, ji ber kiryarên fermî yên di heyama serokatiya wî de rexne kir û ew wek berbuhuriyeka metirsîdar bi nav kir.

Serokomarê Amerîkayê, Co Baydên wek berteka li hember biryara dadgeha bilind a vî welatî derbarê dayîna parêzbendiya dadwerîyê bo Donald Tramp got: 4 salan beriya nika Tramp serkirdayetiya komeke cinayetkaran kir ku êrişî Kongireyê bikin û wan daxwaza îdamkirina cîgirê serokomar kirin. Mafê xelkê ye ku bizanibin di 6`ê Çilleya 2021`ê de çi qewimî.Baydên her wiha got: Divê amerîkî li ser kiryarên Tiramp qezawetê bikin û divê dadgeh jî hema vê biryarê bide. Biryara Dadgeha Bilind a Amerîkayê prensîb û qanûnên nû pêk anîn ku xeternak in. Niha Tiramp tê teşwîqkirin ku çi dilê wî bixwaze bike.

Bir yanıt yazın

Başa dön tuşu