NûçeAsyaCîhan

Biden: Em piştgiriya serxwebûna Taywanê nakin, lê eger di navbera wê û Çînê de nakokî derkeve emê wê biparêzin

Serokê Amerîka Joe Biden piştrast kir ku Amerîka dê Taywanê biparêze di egera şerekî leşkerî di navbera wê û Çînê de.
Cîhan – Amerîka

Biden di hevpeyvîna xwe ya bi kanala #CBS ê de got: “Em tevî hevkariya bi giravê re serxwebûna Taywanê ji Çînê qebûl nakin.” Biden diyar kir ku di dema şerekî leşkerî bi Çînê re Amerîka dê Taywanê biparêze.

Di heman çarçoveyê de Biden eşkere kir ku heta niha biryara dubare namzediya bo cara duyem ya serokomariyê nedaye.

Biden got, “Niyeta min heye ku ez ji nû ve namzed bikim, lê ew tenê armancek e,” Biden got, “di warê biryara ku ez careke din #namzed bikim, em ê bibînin.”

Başa dön tuşu