NûçeCîhanErebîstanRojhilatanavin

Biden hişyarî dide Mihemed Bin Selman ku bûyerên mîna kuştina Xaşiqcî dubare bibin

Serokê Amerîkayê Joe Biden ragihand ku wî di hevdîtina xwe ya bi Welîehdê Erebistana Siûdî Mihemed Bin Selman re behsa mijara kuştina rojnamevanê Siûdî Cemal Xaşiqcî kiriye.

Piştî hevdîtina bi welîahdê Erebistana Siûdî re, roja Înê, Biden got ku doza Xaşiqcî “di rojeva civînê de bû.”

Biden her wiha got: “Tişta ku hat serê Xaşiqcî tirsnak bû… û min eşkere kir ku eger tiştekî wiha careke din biqewime, ew ê bi bersivekê re rû bi rû bimînin û hêj bêtir.”

Hêjayî bîrxistinê ye ku rojnamevanê Siûdî Cemal Xaşiqcî di Cotmeha 2018an de di nav konsulxaneya Erebistana Siûdî ya li Stenbolê de hat kuştin, ku Erebistana Siûdî gotibû, “operasyoneke sexte” ye û red kir ku fermana kuştina wî rojnamevanî bide serkirdayetiya Siûdî.

Ji aliyê din ve, îstîxbarata Dewletên Yekbûyî destnîşan kir ku Prens Muhammed bin Salman bi kuştina rojnamevan re têkildar e.

Serokê Amerîka Joe Biden hişyarî da şahê Erebistana Siûdî, di heman demê de saziyên mafên mirovan serdana wî ya Erebistana Siûdî û hevdîtina wî ya bi Mihemed Bin Selman re ku bi kuştina Xaşiqcî ve girêdayî bû rexne kirin.

Îro Înê Serokê Amerîkayê Joe Biden bi serdaneke fermî ji Felestîna dagîrkirî gihişte Balafirgeha Navdewletî ya Qral Ebdulezîz li Ciddeyê û soza xwe ya di dema kampanyaya hilbijartinê de paşve kişand ku Erebistana Siûdî bibe welatekî “pariya”.

Başa dön tuşu