İslami Davet Kurdi Bange İslami

Biden piştevaniya Erebistana Siûdiyê li Yemenê rawestand

Serokomarê Amerîkayê Joe Biden ragihand ku Amerîka dê piştevaniya Koalîsyona Erebî ya bi serkêşiya Erebistana Siûdiyê li Yemenê rawestîne û got: “Divê ev şer bi dawî bibe.”

Biden di xîtaba xwe ya yekemîn a li ser siyasta derve de ku li navenda Wezareta Karên Derve ya Waşîngotinê kiribû got ku dê Amerîka piştevaniya xebatên Koalîsyona Ereb a bi serkêşiya Erebistana Siûdiyê li Yemenê rawestîne û da zanîn ku divê ev şer bi dawî bibe.

Biden destnîşan kir ku dê Amerîka piştgiriya Erebistana Siûdiyê di parastina serwerî û xaka wê de berdewam bike.

Her wiha piştrast kir ku dê welatê wî ji bo çareserkirina aloziya Yemenê bixebite.

Exit mobile version