AborîÎranNûçeRojhilatanavin

Bihaya Nifta Sivik a Îranê gihîşte 45 dolarî

Li gorî rapora roja yekşemiyê ya kanala ragihandinê ya Nift û Enerjiyê (SHANA), bihaya nifta xaw a sivik a Îranê, li heftiya ber bi 27`ê Gulana buhurî, 9 sêntan zêde bû û gihîşte 44 dolar û 60 sêntî.

Asta navîn a bihaya Nifta Xaw a Sivik a Îranê ji destpêka îsal ve heya niha , 34 dolar û 50 sênt bûye.

Bihaya Nifta Xav a Giran a Îranê, 6 sêntan zêde bû û gihîşte 42 dolar û 39 sêntî ji bo her bermîlekê.

Asta navîn a bihaya Nifta giran a Îranê ji destpêka îsal ve heya niha , 34 dolar û 5 sênt bûye.

Bihaya pakêta niftê ya Saziya Welatên Firoşerê Niftê (OPEC) jî li heftiya ku hatiye hilkolandin, gihîşte 44 dolar û 65 sêntî ji bo her bermîlekê ku li gorî heftiya berê wê, 11 sênt zêde bûye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu