ÎranNûçeRojhilatanavin

Bijartina qumandê giştî yê artêş û cîgirê serokerkantiya giştî yê hêzên çekdar bi hukmê rêberê mezine inqilaba îslamî

Hezretê Ayetullah Uzma Xamineyî li hukmên cuda cuda Emîr Serleşker Etaullah Salihî wekî cîgirê serokerkantiya giştî yê hêzên çekdar û Emr Serleşker Seyîd Ebdulrehîm Mûsevî bi dayîna dereca serleşkeriyê wekî qumandê giştî yê artêşa komara îslamî ya îranê bijart.

Li gor rapora IRIB News`ê, Hezretê Ayetullah Uzma Xamineyî li hukmên cuda cuda Emîr Serleşker Etaullah Salihî wekî cîgirê serokerkantiya giştî yê hêzên çekdar bijart û ji xizmetguzariyên wî li çaxê qumandihiya artêşa Komara îslamî ya Îranê qedrzanî kir.

Hezretê Ayetullah Uzma Xamineyî herwisa Emr Serleşker Seyîd Ebdulrehîm Mûsevî bi dayîna dereca serleşkeriyê wekî  qumandê giştî yê artêşa komara îslamî ya îranê bijart û ragihand; Hêvî tê kirin li dewarana qumandihiya we pê nêhrîna reformxwazî û inqilabî amadebûna karayiya berevanî, menewî û jîriya hêzên çekdar zêdetir bibe û pê çareserbûna hewcetiyên hêzên artêş û hevkariya artêş tev hêzên dine eskerî li nav welêt, artêşa Kora îslamî ya îranê bigehêje cî û mewqiya herî baş. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu