ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Bijartina serokê nû yê Kongira Neteweyî ya Iraqê

Civata Giştî ya Kongireya Neteweyiya Iraqê, jibo cara yekemîn kurdekî şîe yê vî welatî wek serokê vê koma girîng a iraqî bijart.

Li gorî rapora IRNA`yê, piştî derbasbûna salekê ji koça dawiyê ya Ehmed Çelebî, serokê berê yê Kongireya Neteweyî ya Iraqê, ev kongireya  roja şemiyê li daxuyaniyekê ragihand, Aras Hebîb Kerîm, li civîna Civaka Giştî ya Kongireya Neteweyî ya Iraqê bi piraniya dengan, piştî Ehmed El Çelebî, posta sekreteriya giştî bi dest xist.

Tevî hebûna rikeberiya di navbera Aras Hebîb Kerîm û Temara Çelebî, keça Ehmed Çelebî, li dawiyê Civîna Giştî ya Kongireya Neteweyî ya Iraqê ku pêncşemiya buhurî civînek pêk anîbû û Aras Hebîb Kerîmi bijart.

Civata Giştî ya Kongireya Neteweyî ya Iraqê, jibo cara yekemîn kurdekî şîe yê vî welatî wek serokê vê koma girîng a iraqî ku rola wê li serûbinîkirina Rejîma Sedam li sala 2003`an hebû, bijartiye.

Aras Hebîb Kerîm, her wek Ehmed Çelebî, pişta berfirehbûna giştalî ya peywendiyên bi Komara Îslamê ya Îranê ra digire û baweriya wî bi peymana stratêjîk di navbera Kongireya Neteweyî û Meclisa Bilind a Îslamî ya Iraqê heye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu