AborîCîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Bîjen Namdar-Zengene: Bazara cîhanî ya niftê divê derveyî sîyasetê be ji ber ku destwerdan karê wê aloz dikin

Wezîrê niftê yê Îranê got: Bazara cîhanî ya niftê divê derveyî sîyasetê be ji ber ku destwerdan karê wê aloz dikin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Bîjen Namdar-Zengene wezîrê niftê yê Îranê îro li merasima vekirina 23`yemîn Nîşangeha Navnetewî ya Pêşeya Nift, Gaz û Pêtroşîmîyê li Têhranê pêgirî kir ku Îran welatek nîne ku li bazara cîhanî ya nift û enerjîyê neyê dîtin û berçavgirtinê û got: Îran hertim bi dû bihaya maqûl a niftê ye ta ku berhemîneran ji bo derxistina niftê han bide û bazara cîhanî aloz û bêistiqrar nebe.

Wezîrê nifta Îranê herwiha bi gotina vîya ku pêşeya niftê dikare bibe pêşdebira aborîya Îranê, dîyar kir: Pêşeya niftê bilî derhatên niftê dikare liv û tevgerê bêxe aborîyê.

23`yemîn Nîşangeha Navnetewî ya Pêşeya Nift, Gaz û Pêtroşîmîyê îro bi pişkdarîya 1053 şîrketên îranî û 600 şîrketên bîyanî ji 37 welatên cîhanê li Têhranê destpê bû.

Ev nîşangeha ji hêla berfiretî û hejmara pişkdaran ve yekemîn nîangeh li asta Rojhilata Navînê û pêncemîn nîşangeh li asta cîhanê ye.

Başa dön tuşu