IraqNûçeRojhilatanavin

Peyama pîrozbahiyê ya wezareta karên derve ya Îranê bi minasebeta azadkirina Felûcê

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Islamiya Îranê bi peyamekê, azadkirina bajarê Felûce yê Iraqê li dewlet û gelê vî welatî pîroz kir.

Li gorî rapora nûçegihanê me, Hisên Cabirî-Ensarî berdevkê wezareta karên derve ya Îranê li civîneke çapemeniyê serketina hêzên artêşê û gelanî û eşîretên Iraqê li şerê dijî têrorîstên DAIŞ`ê li bajarê sitratêjîk ê Felûcê pîroz kir û hêvî kir ku dewleta Iraqê bi palpiştiya yêketiya netewî û hevgirtina kom ûaliyên siyasî û civakî yên vî welatî, serketinên zêdetir li şerê giştalî li dijî têrorîsm û tundrêtiyê bi dest bixe.

Serokwezîrê Iraqê roja îniyê bi awayekî fermî azadkirina bajarê Felûcê ragihand û ji gelê Iraqê ra got ku hêzn qareman ên me soza xwe cih anîn û Felûce azad kirin û em ê bi zûtirkê serketina li Mûsilê bibînin.

Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê şeva buhurî li gotûbêjeke têlêvîzyonî bo gelê Iraqê got ku Felûce zivirî himbêza welêt û tenê hin mêhwerên vî şarî mane ku yê di çend sietên pêş da bên azadkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu