ÎranNûçeRojhilatanavin

Binpêkirina mafê mirovan li Îranê îdiaya ku bona tirsandina xelkê cîhanê ji Îranê tê kirin

Zêrevanê mafê mirovan li rapora xwe ya 27-an rewşa mafê mirovan li 90 welatên cîhanê li sala 2016 hilkolandiye ku li vê raporê hindek îdia li bara Îranê jî hatine kirin.

Li rapora Zêrevanê heq û mafê mirovan çend îdia li bara Îranê jî hatine kirin, babetên wekî berçavnegirtina heq û mafê medenî û siyasî li Îranê, zêdebûna hejmara kesên ku li Îranê îdam dibin, bitaybet kesên ku qaçaxa madên narkotîk dikin, herwisa babetek ji li ser tawanbar bûna kesên ku huviyeta du welatî ya wan heye bi sîxoriyê.

Li vê raporê herwisa îdia bûye ku reftara Îranê tev kêmaniyên dînî nebaşe û hêzên ewlehiyê û saziya dadweriya Îranê manê û berbenda sereke li ser riya serê xwe girtina îdaletê li Îranê ne.

Eva salên sale ku raporên saziyên berevanê heq û mafê mirovan ê Rêxistiya Netewên Yekgirtî û saziyên dine ser bi rojava ji rastiyên li ser heq û mafê mirovan dûr ketine.

Li vê raporê qet îşareyî piştevanên ku îdiaya berevaniya ji heq û mafê mirov dikin ji aliyên ku bi rastî heq û mafê mirovan binpê dikin nebûye.

Eva ji ber viyaye ku heq û mafê mirov gor nêhrîna rojava tiştekî dine.

Ser bawera rojava, heq û mafê mirovan jî wekî parvekirina grûpên terorîstî ser navê terorîstên baş û yên nebaş parve dibinLi vê parvekirinê, welatên ku li hemberî xêr û qazanca welatên rojava disekinin û siyasetên rojava yên heq û mafê mirovan rexne dikin, welatên nebaş û welatên ku gor berjewendî û xêr û qazancên rojava dixebitin welatên başin.

Bo nimûne Erebistana Seûdî ji nezera rojava heq û mafê mirovan binpê nake ji ber ku Riyaz xêr û qazanca rojava dabîn dike.

Herwisa mînekek din li vê barê Rejîma Siyonîst e.

Rejîma Siyonst her çiqas ku cinayetan dike, her çiqas ku xelkê bê gunehe Filistînê dikuje û her çend ku eva çend salin Zîvala Gazayê dorpêç kiriye û axa gelê Filistînê dagîr kiriye dîsa jî binpêkerê heq û mafê mirovan nayê hisab û tê ragihandin ku ev rejîma li çarçîva berevaniya ji xwe van cinayetan dike, lê xebatkarên filistînî ku gor menşûra navnetewî ji xwe li hemberî dagîrkeriya Îsrayîl berevaniyê dikin terorîst têne binav kirin.

Li ciyên dine cîhanê jî rewşa berevaniya ji heq û mafê mirovan gor xwesteka rojava tê binav kirin.

Çaxê ku Amerîkayê êrişî ser du welatên Efxanistanê û Iraqê kir û ev du welatana dagîr kir û cinayetên mirovî li van du welatan cih anî, ji kiryarên xwe berevanî kir û îdia kir ku vî welatî li çarçîva xebata dijî terorîstan ev karane kirine.

Herwisa her wextekê ku Amerîka xelkê bê gunehe welatên cîhanê bombebaran kir û kuşt, dîsa jî ragihand ku ev karê vî welatî şaşitiyek bûye û ev kuştina xelkê bê gunehe cîhanê qet wekî binpê kirina heq û mafê mirovan neaniye hisab.

Hîn jî bîr û raya giştî ya xelkê cîhanê ji bîr nekiriye ku çawan paporê şerî yê Vînsêns çawan firokeya musafirî yê Îranê li ser avên Kendava Farsê da ber mûşekan û ev firoka sernixûn kir, li halê ku Amerîka nîşana camêriyê daye qumandê vê paporê, ji ber ku Amerîka bi xwe fermana êrişa ser vê firoka musafirî ya Îranê dabû.

Her niha jî van cure siyasetên rojava nehatine guhartin.

Reftarên fanatîk yên Amerîka dijî post reşan, ferq û tefûtên nijadî û bê parkirina van reş postan ji heqê welatîbûnê ku ser cem bûne sebeb terorîzm ji dilê van civatan perwerde be hemû nîşanên eşkera ji binpê kirina heq û mafê mirovan ji aliyê rojava ne ku qet sebebkarên van reftarên fanatîk nayên mehkemekirin.

Ya rast li cîhana îro nirxandina mafê mirovan pirtir ketiye ber hedef û armancên siyasî û saziyên berevanê heq û mafê mirovan jî van hedef û armancan ber bi pêş diben. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu