Bipêşdeçûna artêşa Sûriyê li bereya Helebê û giranbûna pevçûnan li derdora Şamê

Pevçûnên giran navbera artêşa Sûriyê û komên çekdar li başûrê rojava Helebê tim didomin û hêzên dewletî karîne ku li vê bereyê hinekî bipêşde herin.
Li gorî rapora ISNAyê, artêşa Sûriyê êrişkeke berfireh ser meqerên terorîstan li başûrê rojava Helebê ji du mêhweran destpê kiriye û karî çiyayên Til El-Rexmê û Til El-Moteyê li başûrê vî welatî azad bike.
Artêşa Sûriyê her wiha piştî pevçûnên giran tev mirovên çekdar kontrola hin avahiyên taxa 1070 dezgehê li başûrê rojava Helebê azad bike.
Kesên çekdar jî taxên rojava bajarê Helebê dan ber êrişên xwe. Li encama gullebarana van taxana pênc kesên sivîl hatin kuştin û 4 kes jî birîndra bûn.
Serhildayiyên sûrî û grûpa terorîstî ya El-Nusreyê ev demek e operasyoneke berfireh ser navê Hemaseya Helebê jibo têkşikandina dorpêça navçên rojhilata bajêr destpê kirine ku li rojên ewil bi dayîna gelik ziraran navçan bixin bin kontrola xwe (BANGÊ ÎSLÂMİ).