IraqNûçeRojhilatanavin

Navenda Mûsilê hat bombebarankirin فڕۆکەکانی هاوپەیمانان داعشیان لە موسڵ بۆردوومانکرد

Hêzên hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê, li Mûsilê navendên rêxistinê kirin armanca xwe.
Heman çavkaniyê diyar kir ku wan derbarê encama wê êrişa li taxa Teyran de agahî bidest nexistine.
Piştî bombebarakirinê ji navenda Mûsilê dûkel rabû.
Balafirên hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê li navenda Mûsilê carinan baregehên rêxistinê didin ber bombeyan.
Operasiyona standina bajarê Mûsilê û herêma Neynewa ya Iraqê ji destê DAIŞê, 4 roj berê ji aliyê artêşa Iraqê û li hêla Mexmûrê ve hat destpêkirin.
Di wê operasiyonê de balafirên şer ên hêzên hevpeyman jî alîkariya artêşa Iraqê dikin.
Di 9ê Hezîran a sala 2014ê de rêxistina DAIŞê êrişî Mûsilê kir û di 10ê Hezîranê de bajarê Mûsilê bi temamî kontrol kir.
فڕۆکەکانی هاوپەیمانان بنکەکانی چەکدارانی داعشیان لە بەرەی راستی شاری موسڵ بۆردوومانکرد.

ئەوسەرچاوەیە ئاماژەی بەوەشدا، زیانەکانی چەکدارانی داعش نازانرێت، کە لەئەنجامی بۆردوومانەکەدا پێیانگەیشتووە.

لە 10ی حوزەیرانی 2014 شاری موسڵ کەوتە ژێر دەستی چەکدارانی داعش، دوای تێپەڕبوونی زیاتر لە ساڵێکیش تاوەکو ئێستاش حکومەتی عێراق نەیتوانیوە ئەو شارە لە ژێر دەستی داعش کۆنترۆڵبکاتەوە. (ÎSLÂMİ DAVET KURDİ)

Başa dön tuşu