AborîCîhanEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Piştî Çîn, Koreya Başûr, Hind û Tirkîyê, Japonê jî kirrîna nifta Îranê destpê kir

Serokê Banka Navendî ya Îranê got: Piştî Çîn, Koreya Başûr, Hind û Tirkîyê, Japonê jî kirrîna nifta Îranê destpê kir.

Serokê Banka Navendî ya Îranê Evdilnasir Himetî herwiha ragihand: Berebere derhatên nû yên niftê li rex bi dehan milyard dolarên Banka Navendî ya Komara Islamî ya Îranê li bankên derve ku palpişteke xurt û dilnîya ji bo ticareta Îranê ne, tevlî proseya ticaretê dibin.

Dewleta Amerîkayê piştî vekişîna ji Rêketinama Atomî ya digel Îranê pêgirî kir ku yê nehêle Îran niftê bifiroşe.

Lê Waşîngtonê piştî 6 meh gefkirina li hemberî firotina nifta Îranê, di 5`ê Midarê da 8 welatên sereke yên bikirê nifta Îranê (Koreya Başûr, Îtalya, Japon, Hind, Çîn, Tirkîye, Tayvan û Yûnan) ji boykotên ser pişka nifta Îranê da sepandine, muaf kirin.

Başa dön tuşu