AborîCîhanEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Birêketina civîna komîsiyona hevpar a rêketina navokî ya di navbera Îranê û grûpa 5+1 li Viyenayê

Alîkarê karûbarên hiqûqî û navnetewî yê wezîrê karên derve yê Îranê ji birêketina civîna komîsiyona hevpare rêketina navokî ya di navbera Îranê û grûpa 5+1 li Viyenayê li 21 Tîrmehê xeber da.

Li gor rapora IRIB News`ê, Seyîd Ebas Iraqçî alîkarê karûbarên hiqûqî û navnetewî yê wezîrê karên derve yê Îranê û berpirsê navenda pêygîriya ji birêketina civîna komîsiyona hevpare rêketina navokî ya di navbera Îranê û grûpa 5+1 li hevdîtina xwe ya îro sêşemê tev Sergeyî Riyabkov alîkarê wezîrê karên derve yê Rûsiyayê li Têhranê got: Pêş birêketina civîna komîsiyona hevpare vê rêketinê li 21 Tîrmehê pêwîst bû ku Îran û Rûsiyayê civînek bi hevra dayînin û li ser hinek babetan bi hevra gotûbêjê bikin.

Alîkarê karûbarên hiqûqî û navnetewî yê wezîrê karên derve yê Îranê al kişande ser viya ku babetekî gotûbêjên wî û Riyanbov li ser binpêkirina rêketina navokî ya di navbera îranê û grûpa 5+1 ji aliyê Amerîka bû got: çawaniya sekinîna li hemberî siyasetên dewleta nû ya Amerîka li bara vê rêketinê ji babetên micide gotûbêjên di navbera me û Riyabkov bû.

Iraqçî bal kişande ser sefera pêşberî Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê bo Newyorkê û destnîşan kir: Li civîna Rêxistina Netewên Yekgirtî dê li bara babetên curbicur bê axivtin.

Alîkarê karûbarên hiqûqî û navnetewî yê wezîrê karên derve yê Îranê herwisa destnîşan kir ku li kêlega vê civînê Zerîf dê gel hinek ji karbidestên welatên cîhanê jî hevdîtinê pêk bîne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu