ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Birêketina civîna taybet ji bo birêxistina rêûrisma Erbeînê li Kerbelayê

Ewil civîna navenda îranî bona birêxistina rêûrisma Erbeîna Husêyînî li Kerbelaya Iraqê birê ket.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Ewil civîna navenda îranî bona rêûrisma Erbeyîna Husênî ku îro pêncşemê li kêlega tirba pîroz a Imam Hisên (S) birê ket, hemû nûnerên îranî yên berpirs bona birêxistina vê rêûrismê li civînê pişkdar bûn.

Naveroka vê civînê jî pirtir li bara çawaniya xizmetguzarîya bo zîyaretkirên tirba vî îmamî (S) û hevahengiya tev dewleta Iraqê bû.

Hesen Danayîfer baylozê Îranê li Iraqê li vê civînê got: Pêwîst e ku em hemû bixebitin ku rêûrisma îsal a Erbeyînê jî wek salên din peyama hevgirtin, hevdilî û dîsîplîna islamî be.

Wî hêviya xwe daye diyarkirin ku pê hevkarî û hevahengiya saziyên îranî xizmetgehandina giştalî bo ziyaretkeran bibaşî cih were.

Piştî sernixûnbûna rejîma Beis a Iraqê her sal rêûrismên Aşûra, Tasûa û Erbeyîna Husêyînî bi pişkdarîya bi milyonan zairên iraqî û bîyanî yên wek îranî, efxanistanî, pakistanî û hindî li Kerbelaya pîroz birê dikevin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu