İslami Davet Kurdi Bange İslami

Birêketina civîna “Ticareta tev Îranê, mecala ji bo kompaniyên tecarî yên Maliziyê“

Civîna yekrojî ya “Ticareta tev Îranê, mecala ji bo kompaniyên tecarî yên Maliziyê“bona nasyariya kompaniyên Maliziyê ser zirûfên heyî yên sermayeguzariya li Îranê bi pişkdariya dehan tacir li Kualalampûrê paytexta Maliziyê birê ket.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Xanima Merziye Efxem bayloza Îranê li Maliziyê li civîna îro pêncşemê ya “Tecareta tev Îranê, mecala ji bo kompaniyên tecarî yên Maliziyê“bal kişande ser xebatên ku bona berrfirehkirina peywendiyên navbera du welatan têne kirin got: Bi vê zûtiyê Komîsiyona hevpar a abûrî dinavbera Îranê û Maliziyê dê pêk were.

Can Lî serokê komîta navnetewî ya federasiyona veberhênerên Maliziyê jî li vê civînê bal kişande ser zirûfên tecarî yên Îranê û got: Geşatiya abûrî ya Îranê ber bi pêş diçe û ji ber rabûna boykotên dijî Îranê li salên pêşerojê dê geşatiya abûrî ya Îranê gelektir jî bibe.

Serokê komîta navnetewî ya federasiyona veberhênerên Maliziyê herwisa hêviya xwe daye diyarkirin ku tacirên îranî jî haje zirûfên sermayeguzariya nav Maliziyê bibin û ji van mecalan bibaşî behre bigrin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Exit mobile version