FilistînNûçeRojhilatanavin

Dengê Erê yê NY bo biryarnameya “Mafê Gelê Filistînê yê diyarkirina çarenivîsa xwe“

170 welatan ji 193 welatên endamê Komîsiyona Civakî, Çandî û Însanî ya Civata Giştî ya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) nasyar bi (SOCHUM)`ê dengê xwe yê erênî dane pêşnumaya biryarnameyekê bi navê “Mafê Gelê Filistînê yê diyarkirina çarenivîsa xwe“.

Li gorî rapora roja sêşemiyê ya ajansa nûçeyan a Qudsê (Qudsuna), Amerîka, kanada, Komara Giravên Marşalê, Mîkronîziya, Komara Naoro û Palaoyê hevrê digel nûnerê rêjîma Israîlê dengê xwe yê nerênî dane pênivîsa vê biryarnameyê û pênc welatan  jî dengê bêla danê.

Ev biryarname tevî pêgiriya li ser “Mafê Gelê Filistînê yê diyarkirina çarenivîsa xwe“ ji wan hebûna dewleteke serbixwe, ji hemî welat, rêxistinên navneteweyî û ajansên taybet ên ser bi NY dixwaze ku piştgiriya gelê Filsitînê û alîkariya wan ji bo bidestxistina mafên xwe bidomînin.

Nadiye Reşîd endama nivîsgeha nûneratiya Filsitînê li NY li bara pesendkirina biryarnameya “Mafê Gelê Filistînê yê diyarkirina çarenivîsa xwe“ li NY got: Pesendkirina vê biryarnameyê nîşana peyameke girîng ji bo Rêjîma Siyonîst e ku gere siyaset û cinayetên xwe li dijî gelê Filsitînê bide rawestandin.

Nadiye Reşîdê her viha got: Niha dema wê yekê ye dagirkeriya Israîlê bi dawî bê da ku gelê Filsitînê azadiya xwe bi dest bixe û di dawî da mafê xwe yê damezirandina dewleteke serbixwe bi paytextiya Qudsa Rojhilatî bîne dest.

Riyaz Mensûr nûnerê Filistînê li NY jî piştî ragihandina encamên wergirtina dengan li bara biryarnameya “Mafê Gelê Filistînê yê diyarkirina çarenivîsa xwe“ ragihand ku ev denga weke pêgiriyeke dubare li ser dewama piştgiriyên navneteweyî ji Mafê Gelê Filistînê yê diyarkirina çarenivîsa xwe tê hesêb. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu