ÎranNûçeRojhilatanavin

Birêketina şeva dawiyê ya şîndariya Îmam Husên(s) bi hizûra rêberê mezin ê Înqilabê

Şeva dawiyê ya şîndariya salvegera şehadeta Hz. Îmam Husên(s) li şeva şehadeta Îmam Secad(s) bi hizûra rêberê mezin ê Înqilabê li Hisêniyeya Îmam Xumêynî (RE) birê ket.

Li gor rapora IRIB Newsê, Rêûresma şeva dawiyê ya şîndariya şehadeta Îmam Husên(s) li şeva şehadeta Îmam Secad(s) bi amadebûna Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî  û amadebûna bi hezaran kes ji hogirên hezretê Eba Ebdulla El Husên (S) û binemala wî hezretî li Hisêniyeya Îmam Xumêynî (RE) birê ket.

Li vê rêûresmê hucetul-îslam welmuslimîn Xatemî bal kişande ser viya ku Kulu Yewmul Aşûra û Kulu Erzên Kerbela ruhê gotin û serhildana îmam Husên(s) e got: Xîm û binyata vê gotinê quranî ye û tê wateya piştgîriya ji heq û rastiyê û sekinîna li hemberî zolm û zorê.

Rêûrisma şîndariya rojên şehîdbûna hezretê Eba Ebdullah El Husên (S), îmamê sêyem ê şîeyên cîhanê ji şeva heftem heta şeva dazdehem a Muherema sala 1440an a Koça Heyvî (16 heta 21ê Îlona 2018`an) bi qasî şeş şevan li Hisêniyeya Îmam Xumêynî (RE) ya Têhrabnê tê lidarxistin.

Îmamê sêyem ê şîeyên cîhanê di roja 10`ê meha Miherrema sala 61`an a Koça heyvî li Kerbelayê şehîd bû.

Başa dön tuşu