AborîCîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Birêveberê giştî yê kompaniya netewî ya nifta Fîlîpînê ji gotûbêja tev Îranê bona kirrîna mehê 4 milyon bermîl niftê ji Îranê xeber da

Pêdro Akîno birêveberê giştî yê kompaniya netewî ya nifta Fîlîpînê bal kişande ser pilana welatê xwe bona kirrîna niftê ji îranê û got: Dewleta Filîpînê dil heye li pêşeya nifta Îranê sermayeguzariyê bike ta ku bikaribe li mudeheke dirêj ji nifta Îranê wekî bingeha enirjiyê behreyê werbigre.

Piştî cihanîna rêketinnama navokî ya di navbera Îranê û grûpa 5+1 û rabûna boykotên yekalî yên welatên rojavayî dijî Îranê gelek ji welatên cîhanê amadebûna xwe ji bo berfirehkirina peywendiyên xwe tev Îranê û kirrîna nifta Îranê ragihandin û li mehên vê dawiyê jî firotina nifta Îranê bo welatên ewrûpî zêdetir bûye.

Niha texmîn tê kirin ku welatên ewrûpî rojê 500 hetanî 600 hezar bermîl nift ji Îranê bikirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu