NûçeRojhilatanavinYemen

Hişyariya li bara pêla sêyem a Kolêreyê li Yemenê

Hevdem digel ragihandina Wezareta Tendurustiyê ya Yemenê derbarê zêdebûna hejmara goriyên nexweşiya Kolêreyê heta 73 kesan, Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) derbarê hitmala berbelavbûna dubare ya vê nexweşiyê hişyarî da.

Bi dewama êrîşên Erebistanê li ser Yemenê û xerakirina jêrbinayên vî welatî bi taybet şebekeya avgihandinê, nexweşiya Kolêreyê bilez li yemenê belav dibe.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Fransayê, Berdevkê Sikritirê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY), Stêfan Ducarîk tevî diyarkirina dilgiraniya xwe derbarê berbelavbûna dubare ya pêla sêyem a Nexweşiya Kolêreyê li Yemenê got: “Vê rêxistinê derdora 120 hezar babetên gumanbarê tûşbûna bi nexweşiya Kolêreyê li Yemenê di heyama Çile heta Tebaxê tomar kirine“.

Li gorî gotina Ducarîk, hejmara babetên gumanbar bi Nexweşiya Kolêreyê ji Nîsana 2017an va ji yek miliyon û 100 kesî zêdetir bûye bi awayekî ku ev nexweşî bûye sebeba mirina zêde ji 2 hezar kes ji yemeniyan di vê heyamê da.

Rêxistinên mirovdostane li Yemenê zêde ji 400 hezar kes li navçeyên cûrbicûr ên Yemenê ji wan li parêzgehên Hudeyde û Abê waksîne kirine.

Pêştir jî Rêxistina Paqijiya Cîhanî tevî ragihandina vê yekê ku asta mirina mirovan li Yemenê ji ber kêşeya li warê xwarinê li halê zêdebûnê ye, got: Yemen tûşî pêleka bixeter ji ber berbelavbûna Nexweşiya Kolêreyê bûye.

Ji ber şerxwaziya Erebistanê û hevpeymanên vî welatî li dijî Yemenê ji 26ê Adara sala 2015an va ku ev şer dest pê bû heta niha bi dehan hezar ji yemeniyan hatin ekuştin. Bi dehabn hezarî birîndar bûne. Bi miliyon kesî aware û derbider û bêşûnûwar bûne. Gellek ji binavahiyên xizmetgihaniyê li vî welatî ji wan nexweşxane, pergala avgihanî, cereyan, rê, dibistan kavil û wêran bûne.

Başa dön tuşu