AborîEwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Birêxistina dewra duyem a gotûbêjên Îran û YE`yê li Birûksêlê

Gerra duyem a gotûbêjên Îranê û YE`yê, nasîyar bi “ gotûbêjên di asta jorîn da“ li Birûksêlê hat birêxistinê.

Di vê civînê da ku bi serokatîya Mecîd Textrewançî alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê û Hêlga Işmît alîkara berpirsa sîyaseta derve ya YE`yê hat lidarxistinê, her du alîyan li bara meseleyên dualî li warên curbicur û herwiha alûgurên devera Rojhilata Navînê ji wan qeyrana Sûrîyê û gotûbêjên têkildarî mafên mirovan û hevkarîyên bankî yên Îranê û YE`yê gotûbêj kirin.

Nunerên wezareta karên derve, Banka Navendî û dezgeha dadwerîya Îranê li beşên sîyasî, darayî û mafên mirovan ên Îranê pişkdar bûn. Gerra yekem a gotûbêjên Îranê û YE`yê di Sibata sala buhurî li Têhranê da birê ket û li gorî lihevkirina her du alîyan ev gotûbêjana her 6 mehan carekê li Birûksêlê yan Têhranê tên birêxistinê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu