NûçeRojhilatanavinSûriye

Birîna darên zeytûnan li Efrînê dewam dike

Hat ragihandin ku di çarçoveya binpêkirinên xwe li navçeya Efrînê ,girûpên ser bi Artêşa Tirkiyê ve dîsa dest bi qutkirina darên zeytûnên sivîlan kirine, û hewildidin ku hemû awayekê zor û zordariyê li ser milet çêbikin heta ku neçar bimînin û dest ji deverê berdin û pilana Tirkiyê ya bi guhartina demografiya Efrînê pêk were.

Her weha jêderên ji nav Efrînê ji PUKmedia`yê re ragihandin ku çeteyên “Siqûr El-Şam” a girêdayî dewleta Tirk duh dîsa li gundê Qizilbaşa ê navçeya Bilbilê bi dehan darên zeytûnan ên temem mezin birin. Amaje bi wê yekî kirin ku çete daran ji xwe re dikin êzing û difroşin ji ber ku ew ti carî qedera wan darên ku birîne nizanin û ne ê zanibin.

Welatî û xelkên sivîl li hember birîna daran dişewitin lê ema tiştek bi destê wan dernakeve û ew ji ber vê yekê bê halin û dixwezin ku aliyek xwe tevlî mijara Efrînê bike û rewş bê çareserkirin.her weha girtin û revandin û dizîn jî hîn dewam dike.

Başa dön tuşu