FilistînMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Birîndarbûna 15 filistînî yên zîndanî di encama êrişa leşkerên siyonîst

Boruya Hêsîrên Filistînî ragihand: Di encama êrişa dirindane ya leşkerên siyonîat ser hêsîrên filistînî li zîndana çola Neqebê ya başûra Filistîna Dagîrbûyî, 15 filistînî birîndar bûn.

LI gor IRNAyê, Boruya Hêsîrên Filistînî ragihand: Ji 15 birîndarên filistînî yên hêsîr, rewşa sê birîndaran xirab û giran e .

Dayira Zîndanên Rejîma Îsraîlê jî diyar kiriye ku du leşkerên siyonîst birîndar bûne û îdia kir: Ev du leşker bi destê hêsîrekî filistînî yê endamê HEMASê bi kêrê birîndar bûne.

Hêsîrên filistînî van salana bi berxwedan û grevên birçîbûnê şidet û binpêkirinên qanênên navneteweyî ji aliyê Rejîma Siyonîstî ji xelkê cîhanê re eşkera kirine.

Zîndana çola Neqebê zîndaneke herî mezin a Rejîma SIyonîstî ye ku derdora du hezar zîndaniyên filistînî tê de tên ragirtin. Niha zêde ji heft hezar filistînî di rewşeke krîtîk û xirab de  di zîndanên vê rejîm de tên ragirtin ku zêde ji 1800 wan nexweş in.

Duh yekşemê serê sibê jî ciwanekî filistînî ku roja şemê bi gulla leşkerên Rejîma Îsraîlê birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da. Her wiha artêşa Îsraîlê 12 filistiyên din li El-Difa El-Xerbiyê binçav kirin. Di vê çarçovê de artêşa Îsraîlê îdia kir ku kesên hatine binçavkirin, beşdarî çalakiyên li dijî leşkeran bûne.

Başa dön tuşu