NûçeRojhilatanavinSûriye

Hejmara herêmên beşdarî Agirbestê bûn, gihîşt 914a

Navenda şopandin a agirbesta Rûsyayê ya li Sûriyeyê ragihand ku li herêmên Lazkiye û Hamayê bi nûnerên 4 xwecihên din re peyman hatiye danîn û hat dest nîşan kirin ku bi vî awayî hejmara herêmên beşdarî agirbestê bûn, gihîşt 914a.

Di daxuyaniya li ser malpera Wezareta Parastin a Rûsyayê de hat gotin ku li herêma Şamê li bajaroka Muaddamiya el Şamê hevdîtinên agirbestê yên bi rêxistinên çekdar ên deryasayî û bi fermandarên yekîne yên mixalîfên çekdar ên li herêmên Humis, Heleb û Kuneytrayê re hevdîtin berdewam dikin.

Hat diyar kirin ku agirbesta li Sûriyeyê di nava 24 saetên dawiyê de 48 caran hat îhllakirin û hat gotin ku rêxistinên deryasayî yên çekdar li herêmên Şam (20), Heleb (16), Lazkiye (9), Hamayê (2) û Suveydayê (1) bi çekên giran êrîş birine ser xwecih û sengerên artêşa Sûriyeyê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu