Wezareta Tenduristîyê ya Filistînê ragihand ku li meşa îniya 22-an a heqê zivirînê li Zîvala Gazayê 189 kes birîndar bûn.
Li gor rapora ajansa nûçan a Mêhr Newsê, Wezareta Tenduristîyê ya Filistînêşeva îniyê ragihand ku di encama êrişa leşkerên Rêjîma Sîyonîst ser welatîyên filistînî yên pişkdarê 22`emîn înya meşa mezin a Mafê Vegerê li Zîvala Gezzê de 189 kes birîndar bûn ku gellek jin û zarok di nav birîndaran de xûya dikin.
Meşa biaştî ya Mafê Vegerê ji 30`yê Adara îsal ve li Zîvala Gezzê bi boneya Roja Erdê destpê bûye û duh wekî 21`emîn înî jî berdewam bû. Ji 30`yê Adarê ve heta niha zêde ji 170 filistînî di encama êrişa leşkerên Rêjîma Sîyonîst ser pişkdarên vê meşê de heta niha zêde ji 170 filistînî şehîd û 18 hezar kes jî birîndar bûne.
Gelek ji welatên cîhanê ji wan Komara îslamî ya Îranê û herwisa saziyên navnetewî heta niha ev cinayetên Rejîma Siyonîstî mehkûm kirine.
Siyonîstan di mideha van mehên dawiyê de siyaseta girtina nûçegîhanên filistînî li Perrava Rojava ya Çemê Urdinê zêde kirine ta ku ew nekaribin alûgorên Filistînê veguhêzine raya giştî.
Xwenîşandana Mafê Vegerê ji 30ê Adara 2018an ve di çarçoveya pêgîriya li ser mafê vegerê ya awareyên filistînî û rakirina dorpêça Zîvala Xezê bi beşdariya welatiyên filistînî yên li ser sînorê vê navçeyê bi Erdên Dagîrbûyî re destpê bûye û hîn jî berdewam e.
Wezareta tendirustiyê ya Filistînê ragihandiye: Heya niha 176 welatiyên filistînî li xwenîşandana Mafê Vegerê şehîd bûne û zêde ji 18 hezar kes jî birîndar bûne ku 27 kes ji şehîdan zarok û 3 kes jî jin in.