NûçeRojhilatanavin

Birîndarbûna 31 xwenîşanderên filistînî bi destê leşkerên Rêjîma Sîyonîst

Di pêncemîn înîya xwenîşandana mezin a Mafê Vegerê ser navê Înîya Ciwanên Şorişgêr da 31 filistînî bi destê leşkerên Rêjîma Sîyonîst li sînorên rojhilata Gazeyê birîndar bûn.

Li gorî rapora malpera nûçan a Al Ahd a Libnanê ragihand: Xwenîşander û ciwanên filistînî îro di pêncemîn înîya xwenîşandana mezin a Mafê Vegerê de, ber bi deverên sînorî yên Zîvala Gazeyê va çûn û berbendên ku Rêjîma Sîyonîst li rojhilata Cibalyayê li bakûra Gazeyê danîbûn, rakirin û bi durişman nerazîbûna xwe li hemberî dagirkerîya sîyonîstan nîşan dan.

Niştecihên Zîvala Gazeyê li vê xwenîşandanê careka din bi nîşandana nerazîbûnê li hemberî sîyasetên zorbêjîyê yên Rêjîma Sîyonîst pêgirî li ser mafê vegerê yê awareyên filistînî kirin.

Ev xwenîşandana wek xwenîşandanên hefteyên buhurî ji hêla leşkerên Rêjîma Sîyonîst va hat tepeserkirinê û heta niha 31 filistînî di encama bêhna gaza rondikîner da li sînorên rojhilata Gazeyê birîndar bûne.

Malpera Al Nashrê nivîsî ku NY ji Rêjîma Sîyonîst xwestîye ku li danûistandina digel filistînîyên Zîvala Gaeyê de zorê bi kar neyne.

Li gorî ragihandina wezareta tenduristîyê ya Filistînê li Gazeyê, leşkerên Rêjîma Sîyonîst di çaremîn xwenîşandana mezin a filistînîyan li Gazeyê de 4 filistînî şehîd û nêzîkî 730 kes jî birîndar kirin.

Heta niha 39 xwenîşanderên filistînî şehîd û 4600 filistînî jî birîndar bûne.

Xelkê Filistînê li Zîvala Gazeyê ji roja 30`yê Adarê ve hevgavê salroja Roja Erdê xwenîşandanên bi navê Meşa Mezin a Vegerê li devera sînorî ya Gazeyê destpê kirine.

Başa dön tuşu