CîhanNûçe

Li Filipînê li dijî girtîgehê êriş: 130 girtî reviyan

Li herêma Cotabato ku dikeve bakurê Filipînê nêzî 100 çekdarî êrişî girtîgehê kir, di encamê êrişê de 130 girtî ji girtîgehê reviyan.

Di navbera kesên êrişkar ên bi çekdar û hêzên ewlehî yên girtîgehê de zêdetirî du seetan şer û pevçûn derket û girtiyên ku ji wê aloziya şer îstîfade kirin ji girtîgehê reviyan.

Hikûmeta Filipînê di daxuyaniya xwe de ragihand ku grûbek milîtanên ku ji Eniya Rizgariya Îslamî ya Moroyê veqetiyabûn rêxistineke nû ava kirine û ev êriş ji terefê wê rêxistinê ve hatiye kirin. Midûrê Girtîgehê Peter John Bonggat di axaftina xwe ya televîzyona herêmî ABS-CBNê de ragihand ku ji bo girtiyên di girtîgehê de rizgar bikin êriş pêk anîn. Êrişa girtîgehê di seetên berê sibehê de pêk hat. Sala borî jî li dijî girtîgehan êriş pêk hatibûn û rêxistinên terorîst ku piştgiriya DAIŞê dikin sala borî bi tevahî 23 girtî ji girtîgehan revandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu