Elaedîn Birûcerdî, Serokê Komîsyona ewlehiya neteweyî û siyaseta derve ya meclisa şêwra Îslamî ya Îranê, bal kişand ser destpêbûna xebata Îranê li warê matora navokî û got: Destpêbûna xebatên Îranê li vî warî, pêngavek ji bo bikaranîna zirûfa oqyanûsnan û sotemeniyek ji bo jêrderyayiyan e.
Brucerdî destnîşan kir: Ji ber potansiyel û zirûfa deryayî ya Îranê li asta cîhanê û eva ku Komara Îslamî ya Îranê ji welatên herî giring ên qelebalix li warê navneteweyî ya deryayan bûye, pêwîst e ji hêza matora navokî îstifada herîbaş bê kirin.
Serokê Komîsyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta derve ya meclisa şêwra Îslamî ya Îranê her wiha got: matora navokî ji van meselan e ku Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê ji wê agehdar nebe tu saziyeke navneteweyî cihanîna proja matora navokî protesto nekirine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)