EwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Birucêrdî: Welatên rojavayî pişta têrorîsmê li Rojhilata Navînê digirin

Serokê komîsiyona ewlehiya neteweyî û siyaseta de3rveyiya meclisa şêwraya islamî ya Îranê piştgiriya welat6ên rojavayî ji têrorîsmê li navçeya Rojhilata Navînê mijareke eşkere û zelal da zanîn.

Elaqedîn Birucêrdî got: Koma têrorîst a DAIŞ`ê ji aliyê amerîkiyan va hatioye damezirandin û hertim ji aliyê Rêjîma Siyonîst û hevpeymnanên navçeyê yên Amerîkayê hatiye piştgirîkirin.

Serokê komîsiyona ewlehiya neteweyî û siyaseta derveyiya meclisa şêwraya islamî ya Îranê di dewama axaftina xwe da got: Li bara Îranê jî, siyaseta piştgirên DAIŞ`ê, sepandina nearamiyê û têkbirina ewlehiya mayîndeya Komara islamî ya Îranê ye ku heta niha nekarîne armancên xwe bi dest xinin.

Li gorî gotina Birucêrdî Îran piştgiriya xwe ji parlimana teze ya gelanî ya Yemenê ku bi daxwaza piraniya gel pêk hat, ragiahndiye.

Serokê komîsiyona ewlehiya neteweyî û siyaseta derveyiya meclisê her wiha got: Êrîşên leşkerî yên Alê Siûd dijî gelê Yemenê berovajî qanûnên navneteweyî ye, (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu