ErebîstanÎranNûçeRojhilatanavin

Birûcirdî: Erebistan ji bo Îranê wekî gefekê nîne

Serokê Komîsiyona ewlehiya netewî û siyaseta derveyî ya meclisa şêwra îslamî ya Îranê got: Erebistan ji bo Îranê wekî gefek nayê hisab û eger Riyazê karayî hebû ku siyasetên vî welatî yên navçê rastî işkestê nedihatin.

Elaedîn Birûcirdî serokê Komîsiyona ewlehiya netewî û siyaseta derveyî ya meclisa şêwra îslamî ya Îranê li gotûbêja xwe ya îro îniyê tev ajansa nûçan a ISNA`yê destnîşan kir; Hemû siyasetên Erebistanê li navçê rastî işkestê hatine loma Riyaz dixebite pê çêkirina kirîzên nû dil heye nekarayiyên xwe veşêre.

Birûcirdî destnîşan kir; Eger Erebistanê karayî hebû û bi hêz û qawet bû ku nedihêşt zêde ji 10 hezar kes jîwelatê bê gunehe Yemenê li cînartiya xwe nedikuşt.

Birûcirdî destnîşan kir; li du salên bihurî Erebistanê li Yemenê û bi palpiştiya Amerîka û Siyonîstan her çend gelek ji xelkê bêberevane vî welatî kuştine lê dîsa jî negihêştiye tu hedef û armancekî xwe û heta ku ji van biryaran jî dest bernede gere ku li hêviya alûgorên nû li navçê be. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu