ÎranNûçeRojhilatanavin

Birûcirdî: Îranê tu peywendiyekî abûrî, sporî û siyasî tev Rejîma Siyonîstî tune

Serokê komîsiyona ewlehî û siyaseta derve ya meclisa şêwra îslamî ya Îranê bal kişande ser viya ku spor pişkek biçûk ji peywendiyên qutbûyî yên Îranê tev Rejîma Siyonîstî ye got: Nizama Komara îslamî ya Îranê tu peywendiyek abûrî û siyasî tev vî rejîmê dagîrker tune.

Elaedîn Birûcirdî serokê komîsiyona ewlehî û siyaseta derve ya meclisa şêwra îslamî ya Îranê li press konferansa xwe ya îro îniyê ragihand: Eva ku sporvanên Îranê li hemberî sporvanên Rejîma Siyonîstî naçin meydanê babetekî girînge û wekî hedefekê tê hisab ku bi vê wateyê ye ku ewna vî rejîmê dagîrker bi fermî nas naken.

Serokê komîsiyona ewlehî û siyaseta derve ya meclisa şêwra îslamî ya Îranê herwisa got: peydabûna terorîstên DAIŞ`ê û pilana parçekirina Sûriyê û Iraqê pîlanek bû ji aliyê Rejîma Siyonîstî, Amerîka û hevpeymanên wan yên navçeyî ku rastî işkestê hat.

Birûcirdî herwisa bal kişande ser kirîza Yemenê û ragihand: Erebistan bi çek û sîlahên Amerîkî û îsrayîlî xelkê mezlûme Yemenê dike hedef lê piştî hezar roj dagîrkeriya Yemenê dîsa jî Riyaz rastî işkestê hatiye.

Serokê komîsiyona ewlehî û siyaseta derve ya meclisa şêwra îslamî ya Îranê estnîşan kir: Veguhestina serokên grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê bo Efxanistan û Sûriyê bona çêkirina şerê di navbera misilmanan û neêminkirina navçê ye ku eva jî pîlanekî amerîkî ye bona çêkirina êminiyê ji bo Rejîma Siyonîstî. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu