ÎranNûçeRojhilatanavin

Berteka meclisa şêwra islamî ya Îranê li hemberî boykotên yekalî yên Amerîkayê

Serokê komsyona ewlehîya netewî û sîyaseta derve ya Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê pêgîrî kir ku meclisa Îranê yê binpêkirina sozên navnetewî yên Amerîkayê têkildarî rêketinama navokî bêbersiv nehêle.

Meclisa Îranê wekî berteka li hemberî kiryara vê dawîyê ya Kongera Amerîkayê ya dirêjkirina boykotên dehsalî li dijî Îranê yê sibê du pêşnîyarqanûnên lezgîn bi merema daxwaza ji dewleta Îranê jibo destpêkirina çalakîyên navokî yên berî rêketinama navokî û boykotkirina kelûpelên amerîkî hilkolîne.

Elaedîn Birûcêrdî serokê komsyona ewlehîya netewî û sîyaseta derve ya meclisa şêwra islamî ya Îranê bal kişand ser qanûna bersivdayîn û tolhildana guncav a dewleta Îranê li hemberî binpêkirina rêketinama navokî ji hêla Amerîkayê va û got: Meclisa şêwra Îslamî yê bi şiklekî cidî dewleta Îranê erkdarê cihanîna vê qanûnê bike.

Serokê komsyona ewlehîya netewî û sîyaseta derve ya meclisa şêwra Îslamî ya Îranê herwiha got: Tifaqa netewî jibo hevgirtina li hemberî her cure bêsozîya Amerîkayê û binpêkirina rêkeitnama navokî li Komara Îslamî ya Îranê di asteke gellekî jorîn da ye.

Birûcêrdî kiryara Kongera Amerîkayê ya dirêjkirna boykotên li dijî Îranê encama zexta lobîya siûdî-sîyonîst binav kir ku tenê yê şîrketên amerîkî ji ber wê zîyanê bibînin.

Serokê komsyona ewlehîya netewî û sîyaseta derve ya meclisa şêwra islamî ya Îranê bal kişand ser bêencambûna van boykotana û got: Rêketinama navokî tenê lihevkirina Îran û Amerîkayê nîne, belkî welatên din jî ew wajo kirine û pêbendê wê ne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu