FilistînÎranNûçeRojhilatanavin

Meşqa eskerî-çandî ya Ber Bi Qudsê li parêzgeha Kurdistana Îranê

Meşqa eskerî-çandî ya Ber Bi Qudsê bi pişkdariya 30 hezar besîciyan û pê remza “Ya Muhemmed Resûlellah(S) li parêzgeha Kurdistanê li rojavaya Îranê û 14 parêzgehên din destpê bû.

Serdar Sertîp Husên Recebî qumandê Sipaha Bêytul-Muqedes a parêzgeha Kurdistanê li rojavaya Îranê got: Li vê meşqa eskerî-çandî ya Ber Bi Qudsê 70 yekîneyên Bêytul-Muqedesê û Kewserê pişkdar in.

Serdar Sertîp Husên Recebî bal kişande ser viya ku ev meşqa ser du pişkên taybet û hevpar parve dibe û got: Pilanên vê meşqê li gorî gefên navçeyî cih tên û parêzgeha Kurdistanê jiber ku parêzgeheke sînorî ye, gefên li hemberî vê parêzgehê micid in.

Wî hedefa vê meşqê “amadebûna hêzên besîcî bona sekinîna li hemberî her cure gefeke dijminan“ da zanîn û û got: Taktîkên vê meşqê, dabînkirina ewlehiya navçên girîn, ciyên giştî û bajêr, sekinîna li hemberî her cure êrişeke dijminan bo nav bajaran û çend taktîkên din ên eskerî-berevanî ne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu