Birûskê li depoya niftê ya abşûrê Têhranê daye

Berpirsekî pêşeya niftê hûrgiliyên kontrolkirina agirgirtina depoya niftê ya 400 hezar lîtrî li depoyên niftê yên başûrê Têhranê xistin rojevê û diyar kir: Ev agirgirtina ku ji ber birûskê qewimîbû, şukra xwedê tu xisareke canî tinebûye.
Li gorî rapora roja yekşemiyê ya IRNA`yê û ji zarê wezareta niftê, Hesen Baqiriyan, rêveberê şîrketa borî û muxabiratê ya Têhranê li bara hûrgiliyên vê bûyerê got : Siet 15 deyqa vê sibê ji ber brûskekek giran depoya 102 a ya navenda guhestina niftê ya şîrketa borî û muxabirata niftê ya Têhranê agir pê ket û vê sibê siet 4:20 deyqan tam hat vemirandin
Baqiriyan got : di vê mexzenê de nêzîkî 400 hezar lîtr nifta xav hebûye ku piraniya wê şewitiye.
Li gorî gotina wî, depoya hanê tam xisar pê ketiye û niha hilkolandinên teknîkî li bara wê cih tên. (BANGÊ ÎSLÂMİ)