ÎranNûçeRojhilatanavin

Birûskê li depoya niftê ya abşûrê Têhranê daye

Berpirsekî pêşeya niftê hûrgiliyên kontrolkirina agirgirtina depoya niftê ya 400 hezar lîtrî li depoyên niftê yên başûrê Têhranê xistin rojevê û diyar kir: Ev agirgirtina ku ji ber birûskê qewimîbû, şukra xwedê tu xisareke canî tinebûye.

Li gorî rapora roja yekşemiyê ya IRNA`yê û ji zarê wezareta niftê, Hesen  Baqiriyan, rêveberê şîrketa  borî û muxabiratê ya Têhranê li bara hûrgiliyên  vê bûyerê got : Siet  15 deyqa vê sibê ji ber  brûskekek giran depoya 102 a ya navenda guhestina  niftê ya şîrketa  borî û muxabirata  niftê ya Têhranê agir pê ket û vê sibê siet  4:20 deyqan tam hat vemirandin

Baqiriyan got : di vê mexzenê de nêzîkî 400 hezar lîtr nifta xav hebûye ku piraniya wê şewitiye.

Li gorî gotina wî, depoya hanê tam  xisar pê ketiye û niha  hilkolandinên teknîkî li bara wê cih tên. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu